𝔖 Scriptorium
✦   LIBER   ✦

Ferheng Kurdî-Kurdî

✍ Scribed by Celadet Alî Bedirxan

Publisher
Avesta
Year
2009
Tongue
Kurdish
Leaves
328
Category
Library

⬇  Acquire This Volume

No coin nor oath required. For personal study only.

✦ Synopsis

İstanbul: Avesta, 2009. — 329 s.

Толковый словарь курдского языка Джеладета Али Бедирхана.
Weşanxaneya Avestayê piştî wefata wî bi 58 salan ferhenga mîrê kurmanciyê Celadet Alî Bedir-Xanî li Stenbolê çap û belav kir. Ferheng ji sê beşan pêk têt û beşa yekê paşê bi keda Selah Sadallahî lê hatiye zêde kirin.
Sînem-Xan Bedir-Xan, di pêşgotinê de li ser ferhengê van agahiyan dide:
Armanca vê ferhengê ew bû ko piştî belavbûna alfabeya latînî, derxistin û rawestandina kovara Hawarê, bibe pêdiviyek ji bo pêşveçûna zimanê kurdî û belavbûna vî zimanî li çar perçeyên Kurdistanê.
Ez dikarim bêjim ko yekemîn ferhenga kurdî-kurdî bû. Lê mixabin ji ber koçkirina bavê min û piştî koçkirina wî, astengî ketin nav jiyana me de, ev ferheng belav nebû heya niha.
Ev ferheng ne wekî hemû ferhengên asayî bi yek beşî, ji ber wan kêmasiyan ferheng bi sê beşan hate çapkirin.
- Beşa yekem şeş tîpên (a-b-c-ç-d-e) Selah Sadallah
- Beşa duyem Ferhenga Celadet Bedirxan
- Beşa sêyem Ferhenga Kovara Hawarê
- Elfabêya Kurdî jî ko dîsa di Hawarê de çap bûbû, wek pêşek cî girtiye.
Celadet Alî Bedir-Xan
Celadet Alî Bedir-Xan di sala 1893-ê de li Stenbolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedir-Xan Paşa ye. Dibistana yekemîn û a navîn li Stenbolê xwend. Di şerê cîhanê ê yekemîn de di nav artêşa osmanî de li eniya Kafkasyayê bû. Piştî ko împaratoriya osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên kurdan pêk bîne xebitî, lê bi ser neket. Di sala 1922-ê de tevî birayê xwe Kamiran Alî Bedir-Xan çû Elmanyayê û li wir xwendina xwe domand.
Di 1925-ê de derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Qahîreyê ma, çû Sûrî û li wir bi cih bû. Li binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30-ê de dest bi xebatên kulturî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Elfabeya kurdî bi latînî çêkir. Li ser gramera kurdî xebatên gelekî girîng kirin. Celadet Alî Bedir-Xan, di 15-ê tîrmeha 1951-ê de li Şamê çû ser dilovaniya xwe.
Celadet Alî Bedir-Xan – Berhemên Giştî
— Günlük Notlar (Amadekar: Malmîsanij, bi tirkî)
— De La Question Kurde / Kürt Sorunu Üzerine (Bi frensî û tirkî)
— Were Dotmam (Şiîrên Hawarê)
— Kürtçe Gramer (tevî Roger Lescot, bi tirkî)
— Edirne Sukûtunun İç Yüzü (tevî Kamiran Bedirxan, bi osmanî)
— Kurd û Welatê Wan Kurdistan
— Hevind (şano)
— Bingehên Gramêra Kurdmancî
— Mustafa Kemal’e Mektup (bi tirkî)

✦ Subjects

Языки и языкознание;Курдский язык;Словари и разговорники;Kurdish;language;orthography

📜 SIMILAR VOLUMES

Ferhenga destî kurdî bi kurdî
✍ Demirhan, Umîd 📂 Library 📅 2007 🏛 Sewad 🌐 Kurdish

Sewad, 2007. - 496 r.

Pocket monolingual Kurmanji Kurdish dictionary. Contains more than 16 000 entries.

Ferhenga Destî ferhengeke "kurdî bi kurdî" ya Umîd Demîrhan e û çapa wê ya yekemîn di tebaxa 2006'an de pêk hat. Lê wisa dixuye ku ferhengsaz Umî

Ferheng Kurdî - Tirkî
✍ Mustafa Gazî 📂 Library 📅 2006 🏛 Enstîtuya Kurdî ya Amedê 🌐 Kurdish

Dîyarbekir: Enstîtuya kurdî ya Amedê, 2006. — 168 r.

Ferhenga Mustafa Gazî ku demeke dirêj e li ser kar dike, îsal derket pêşberî xwendevanan. Demekê
beşekî pir biçûk, ji nav peyvên ku M. Gazî amadekiribû hatibûn hilbijartin, di rojnameya
Kurmancî ya Enstîtuya Kurd